Wêne: AA
Ji bo nûçeya Tirkî bitikîne
Digel ku roja Şemiyê Neteweyên Yekbûyî li Sûriyeyê ji bo 30 rojan agir best îlan kir, hikûmeta Sûriyeyê roja Yekşemê ji erd û esmanan ve êrîşî Gutayê kiriye.
Li gor rojnameya Guardianê, heta niho bi êrîşan 520 kes li Rojhilatê Gutayê hatine kuştin. Herweha 2 hezar û 500 kes jî birîndar bûne.
Li gor bijîşkên ji rojnamegerên herêmê re axivîn nîşanên wê yekê hene ku bi klorê êrîşî welatiyan hatiye kirin. 18 kes bi Oksîjenê têne dermankirin.
Agirbest ji bo hemiya Sûriyeyê ye
Bi agirbestê tê plankirin ku 700 birîndarên li Rojhilatê Gutayê bêne tehlîyekirin. Hat diyarkirin ku agirbest ji bo hemiya Sûriyeyê ye.(PT/MB)