Ji bo nûçeya Tirkî / Ingilîzî bitikîne
Hêzên Çekdar ên Tirkan(TSK) digel Artêşa Sûriyeya Azad(ASA) li Efrînê operasyonekê birêve dibe. Di 10ê sibatê de 11 û di 11ê Sibatê de leşkerek mirine.
Helîkopterek hatiye xistin
Li gor nûçeya Ajansa Nûçeyan ya Doganê(DHA) li pêşberê navçeya Kirikhanê ya Hatayê, li aliyê sînorê Sûriyeyê helîkoptereka TSKyê hatiye xistin. Fermandarê pîlot Mehmet Ilker û Erdem Mut di helîkopterê de bûne û piştî ketina helîkopterê mirine. TSKyê bi daxuyaniyekê da zanîn ku helîkopter “ji ber ku xera bûye” ketiye.
10ê Sibatê
TSKyê bi daxuyaniyekê da zanîn ku di operasyonê de sê leşker mirine û 5 leşker birîndar bûne. Di heman rojê de bi daxuyaniyeka dî eşkere kir ku du leşker mirine.
Di nîvê şevê de jî bi daxuyaniyekê TSKyê eşkere kir ku çar leşker mirine û du leşker birîndar bûne.
Çawîşên pispor; Oğuzcan Ekiz, Enes Sarıaslan, Halis Koca, Burak Akalın, Serdar Ege, Hüseyin Şahin, Koray Karaca, Astsubay Hasan Kuş mirine.
Di 11ê Sibatê de TSKyê bi daxuyaniyeka dî eşkere kir ku leşkerekê dî miriye.
(TP/MB)