Ji bo nûçeya Tirkî / Ingilîzî bitikîne
Di roja sêyem a operasyona li ser Efrînê de, RecepTayyîp Erdoganê serokkomar got: “mesele ne tinekirina korîdora kurdan e, mesele tinekirina korîdaro terorê ye.
Erdoganî got:
“Em bi dostên xwe yên rûs re axivîn me Amerîka qane nekir.
“Me got hûn ji bo têkoşîna li dijî rêxistina terorî ya DAIŞê bi rêxistinên terorî yên PYD/YPGyê re kar dikin. Werin em vî karî bi hev re bikin.
“Wan got generalên wan dibêjin artêş û tîma Tirkiyeyê ji bo vî karî tehsîs kirî têrê nake. Min got generalên we tiştên xelet dibêjin.
“Kêşeya Efrînê wek kêşeya Mertalê Firatê dema bê çareserkirin dê biqede.”
Çi bûbû?
Hêzên Çekdar ên Tirkan, TSKyê bi daxuyaniyekê di 20ê Kanûna Paşiyê ya 2018ê de ragihand ku wan dest bi operasyoneka li ser Efrînê kiriye. Navê operasyonê "çiqilê zeytûnê" ye. TSKyê "ji 108 baregehên PKK/YPGyê(Partiya Karkerên Kurdistanê/Yekîneyên Parastina Gel)" dane.
Di 21ê Kanûna Paşiyê de berdevkê Yekîneyên Parastina Gel, Birûsk Hesekê ji Reutersê re gotiye: "9 kes mirine; 6 ji wan siîl in û 3 şervan in."
6 hezar û 400 leşkerên TSKyê beşdarî operasyonên bejayê û hewayî bûne.
Navenda Çavdêriya Li Mafên Mirovan a Sûriyeyê(SOHR), di 21ê Kanûna Paşiyê de da zanîn ku di operasyonan de 11 sivîl mirine.
Jîm Mattis Wezîrê Berevaniyê yê DYAyê derbarê operasyona li ser Efrînê axivî û got:
“Tirkiye endamê NATOyê ye. Yekane welatê NATOyê ye ku di nava sînorên wê de berxwedaneke çalak heye. Û di mijara ewlehiya wê de metirsiyên Tirkiyeyê yên rewa hene.”
Îro roja sêyem e ku operasyon didome.
(PT/MB)