Ji bo nûçeya Tirkî bitikîne
Ajansa Anadolûyê ragihand ku ji bo operasyona li ser Efrînê ku Tirkiye piştevaniya wê dike Artêşa Azad a Sûriyeyê dest bi operasyoneka bejayê kiriye.
Li gor nûçegihanê AAyê çekdarên AASyê çûne ser axa Efrînê.
"Hêzên TSKyê ji sînorî borîn"
Li gor nûçeya Ugur Erganî ya li rojnameya Hurriyetê hatî weşandin de, hêzên taybet yên Hêzên Çekdar ên Tirkan(TSK) ji sînorê Tirkiye derbasî derbas bûne û gihane Efrînê.
Operasyonê duhî dest pê kir
TSKyê bi daxuyaniyekê duhî ragihand ku wan dest bi operasyoneka li ser Efrînê kiriye. Navê operasyonê "çiqilê zeytûnê" ye. TSKyê "ji 108 baregehên PKK/YPGyê(Partiya Karkerên Kurdistanê/Yekîneyên Parastina Gel)" dane.
YPG: 6 sivîl û 3 şervan mirine
Berdevkê Yekîneyên Parastina Gel, Birûsk Hesekê ji Reutersê re gotiye: "9 kes mirine; 6 ji wan siîl in û 3 şervan in."
Lowen: Metirsî heye Tirkiye û NATO bikevin bedena hev
Berpirsê BBCyê Ofîsa li Tirkiyeyê Mark Lowenî eşkere kir ku piştî destpêkirina vê operasyonê metirsî heye Tirkiye û NATO bikevin bedana hev. Lowenî got gelek ecêb e ku navê operasyonê "çiqiyê zeytûnê" ye.
(PT/MB)