Ji bo nûçeya Tirkî bitikîne
Li Enqereyê polîsan li rexa rêya kontrola wesayitan dikirin, kesek reviyaye polîsekî gulle berdane wî kesê direve lê gulle li hevkarê xwe yê polîs dane. Polîsê bi navê Hakan Can bi gulleyan birîndar bûye û li cihê bûyerê miriye.
Vê sibeyê siet 05.00ê polîsan otobêseka ji Sêrtê hatî sekinandiye, dema polîsan dest bi kontrolkirina nasnameyan kiriye kesek reviyaye, bûyer di wê demê de çêbûye.
Polîsan ew kesê reviyayî yê bi navê E.Î desteser kir.
Emniyet û Walîtîya Enqereyê eşkere kir ku bûyer ji xeletî ve pêk hatiye. (AS/MB)
*Wêne: Mustafa Turapoğlu – Enqere / DHA