Ji bo nûçeya Tirkî / İngilîzî bitikîne
Li Stenbolê li navendeka keyf û şahiyê ya bi navê Reîna êrîşek hatibû kirin û 39 kes hatibûn kuştin, bersûcên êrîşê duhî di civîna yekem de hatin dadkirin û îro civîna duyem dê bê kirin.
Doz li Dadgeha Cezayên Giran a Stenbolê ya 27. tê birêvebirin.
Par di sersalê de êrîş hatibû kirin û ji bilî 39 kesên hatîn kuştin 79 kes birîndar bûbûn. Ew kesê ku êrîş kirî kesek bi navê Abdulkadir Masharipov e. Ji bo dozê 57 kes têne dadkirin. 51 bersûc di girtîgehan de dimînin.
Bixwîne - Bersûcê êrîşa Reînayê hat girtin
Bersûc bi sûcên “bi zanebûnî hewildana ji bo kuştina 79 kesan”,”endambûna rêxistineka terorî.” Ji bo bersûcan cezayê tê xwestin ji 555 salan heta 2 hezar û 397 salan cezayê girtinê ye.
Masharipovî li dadgehê da zanîn ku destûr nîne ew û parêzerê/a xwe hevdu bibînin û ew qanûnên Tirkiyeyê nizane ji ber vê yekê ew ê xwe neparêze.
(AS/MB)