Ji bo nûçeya Tirkî / İngilîzî bitikîne
Li bakurê Iraqê li herêma Zapê leşkerên bi ser artêşa Tirkiyeyê ve girêdayî, li devera Zer Tepeyê operasyona bi navê “Ferîq Aydoğan Aydin” birêve dibin. Di dema operasyonê de PKKiyan teqemeniyek teqandin ku berê di erdê de bi cî kiribûn.
Li heman herêmê duh jî du leşker miribûn.
Ji bo her çar leşkerên ku di nava 24 saetan de hatine kuştin, li Fermandariya Komando ya Colemêrgê îro rêûresmek leşkerî hat lidarxistin. Cenazeyên leşkeran bi helîkopteran şandin bajarên wan. (EKN/FD)