Ji bo nûçeya Tirkî / İngilîzî bitikîne
Li Stenbolê kesek di encama operasyona li hemberî DAIŞê de bi îdiaya ku “xwekuj e” hat desteserkirin. Gumanbar li Midûriyeta Emniyetê ya li Kolana Vatanê polîsê bi navê Sînan Acar kêr kir û ew kuşt.
Êrîşkar ji hêla polîsan ve hat kuştin.
Duh bi şev li Stenbolê kesekî ku hat îdiakaran endamê DAIŞê ye û xwekuj e hat desteserkirin û ji hêla du polîsan ve saet 22.45ê ew birin Midûriyeta Emniyetê ya Stenbolê ya ku li Kolana Vatanê ye.
Dema ku ji wesayitê daxistin û ber bi Midûriyeta Dijterorê ve ew dibirin, gumanbar bi kêra li gel xwe êrîşî polîsê bi navê Sînan Acar kir.
Di dema êrîşê de polîs Acar bi giranî birîndar bû û polîsan gule bera êrîşkar dan û ew kuştin.
Di vê navberê de polîsê ku bi giranî birîndar bûbû rakirin nexweşxaneyê lê polîs mir.
Derbarê bûyerê de çend pirs
* Gelo li ser gumanbar ê ku hatibû desteserkirin negeriyabûn?
* Di dema desteserkirinan de hêz tê bikaranîn û kesên desteserkirî ji paş ve tên kelemçekirin, lê çima gumanbarê DAIŞê nehat kelemçekirin?
* Operasyonên ji bo desteserkirinê pêk tên ji hêla bi dehan polîs an jî leşkeran pêk tê, lê çima kesekî ku tê îdiakirin xwekujê DAIŞê ye ji hêla du polîsan ve hat desteserkirin?
* Heke ku tenê kêra êrîşkar hebe, çima zindî nehat girtin û hat kuştin?
(EKN/FD)