Ji bo nûçeya Tirkî / İngilîzî bitikîne
Li navçeya Bazîdaxa ya Wanê di dema opersayona li Çiyayê Tendurekê ya li hemberî PKKiyan de, teqemeniya ku berê hatibû bicîkirin teqiya.
Di encama teqînê de her du cerdevan Îsmaîl Denîz û Emrûllah Çîçek birîndar bûn. Denîz û Çîçek rakirin Navenda Tipê ya Dûrsûn Odabaş a Zanîngeha Yuzuncu Yilê ya Wanê lê li vir Denîz mir. Li nexweşxaneyê dermankirina Çîçekî berdewam dike.
Di êrîşa li navçeya Çelê ya Colemêrgê de jî leşkerek hat kuştin.
Li gorî daxuyaniya Walîtiya Colemêrgê, li Çiyayê Guvenê (Govend) teqemeniya ku ji hêla PKKiyan hatibû bicîkirin teqiya û di encamê de leşkerek birîndar bû.
Leşkerê birîndar rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Colemêrgê lê leşker digel hemû mudaxeleyên tibî, mir. Li herêmê operasyon berdewam dikin. (NV/FD)