Ji bo nûçeya Tirkî / İngilîzî bitikîne
Li navçeya Qilaban a Şirnexê di êrîşa PKKyiyan de 3 leşker hatin kuştin.
Li gorî nûçeya Ajansa Nûçeyan a Doganê, li herêma Elmaliyê ya navçeya Qilabanê komeke qerebalix a PKKyiyan saet derdora 16.00ê bi rokêtavêj, hawan û çekên lûledirêj êrîş kirin. Di encama êrîşê de binefserek jî di nav de 3 leşker bi giranî birîndar bûn. Leşker rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Şirnexê, lê digel dermankirinê leşker mirin. (NV/FD)
Fotograf: AA/Arşîv