Ji bo nûçeya Tirkî / Îngilîzî bitikîne
Li navçeya Çelê ya Colemêrgê çawîşê pispor Mete Yahşiyî yê 28 salî, mir.
Li gorî daxuyaniya Walîtiya Colemêrgê, Yahşiyî li herêma Güvendağı ya Çelêyê di encama guleberdana PKKiyan de birîndar bûye û piştî ku ew rakirine nexweşxaneyê li wir miriye.
Li gorî nûçeya Ajansa Nûçeyan a Doganê (DHA) ji bo Yahşiyî di saetên êvarê de rêûresm birêve çû. Li gel Waliyê Colemêrgê Orhan Toprak, Wekîlê Şaredar Cuneyt Epcîm, fermandarên leşkerî û malbata Yahşiyî beşdarî rêûresmê bûn.
Cenazeyê Yahşiyî piştî rêûresma li vir bi balafira leşkerî şandin Samsûnê. (EA/FD)