Ji bo nûçeya Tirkî bitikîne
Duhî li avahiya Emniyeta Amedê ya li Baglarê teqînek pêk hat. Rayedaran eşkere kirin ku dema wesayiteka zirxkirî hatî temîrkirin teqînek pêk hatiye.
Di teqînê de sê kes mirin. Yek ji miriyan polîsek e yek jî karmendê emniyetê ye. Hat eşkerekirin ku karmendê sivîl kesek bi navê Yunus Elaltunterin e.
Wezîrê karên navxweyî, Sûleyman Soylûyî got:
“Eşkere bû ku êrîşeka terorî ye. Tûnelek hatiye kolandin û teqemenî hatine bicihkirin.”
Soylû: Tûnel hatiye kolandin
Wezîrê karên navxweyî, Sûleyman Soylûyî di weşana HaberTurkê de got:
“Pêşiyê hat fikirîn ku sebeba teqînê wesayit bû lê piştî lêkolînan eşkere bû ku êrîşeka terorî bûye.
“Niho 10-12 birîndar hene.
“Eşkere bû ku êrîşeka terorî ye lê ji ber ku wesayit teqiyayî bû û li cihê wesayitê çalek çêbûbû ew qinaet çêbû ku wesayit teqiyaye.”
Çi bûbû?
Li Amedê di 11.04.2017ê de li beşa temîrê ya Emniyetê de, di siet 10.47ê de teqînek pêk hatiye.
Rayedaran eşkere kiribûn ku dema wesayiteka zirxkirî dihat temîrkirin teqiyaye. (ÇT/MB)
Wêne: Şukru Gunduz – Amed / AA