Ji bo nûçeya Tirkî bitikîne
Li gor daxuyaniya Walîtîya Rûhayê zarokek miriye û 15 welatî birîndar bûne.
Teqîn di 2045ê de pêk hatiye.
Waliyê Rûhayê, Gûngor Azîm Tûnayî eşkere kir ku li navçeya Wêranşarê bi wesayiteka bombelêkirî êrîşek hatiye kirin.
Di êrîşê de zarokekî/a 3 salî miriye.
26 kes hatine desteserkirin
Li gor daxuyaniya walîtîyê wesayita hatî teqandin ji navçeya Dêrikê ya Mêrdînê hatiye anîn. Xwediyê wesayitê jî tê de 26 kesên bi bûyerê re têkildar hatine desteserkirin.
Wezîr: Demek dirêj e teqîn meqîn çênedibû
Wezîrê karên navxweyî Sûleyman Soylû piştî bûyerê axiviye.
"Ez ê agahiyeka dilşewat bidim we. Li Wêranşarê teqîn çêbûye. Demek dirêj e li memleketê me teqîn meqîn çênabe em dersa wan didin wan. "
(ÇT/MB)