Ji bo nûçeya Tirkî / İngilîzî bitikîne
Bînalî Yildirimê serokwezîr digel wezîrê karên navxweyî Sûleyman Soylû û wezîrê saxlemiyê Recep Akdag li Balafirgeha Adnan Menderesî ya Izmîrê daxuyaniyek da.
Duhî, siet 16:15ê êrîşeka bi bombeyan li ser Dadgeha Izmîrê hat kirin. Di êrîşê de polîsekê bi navê Fethi Sekin û karmendê dadgehê Musa Can miribûn.
Bixwîne: Bi bombeyan êrîş li Dadgeha Izmîrê hat kirin
Serokwezîrî eşkere kir ku rewşa neh birîndarên di nexweşxaneyan de baş e.
Yildirimî da zanîn delîlên wê yekê dîyar dikin hene ku PKKyê ev êrîş kiriye.
“Bila welatiyên me şeklê jiyana xwe ya rojane neguherin heke vê yekê bikin dê xizmetê ji rêxistinên terorî re bikin. “(AS/MB)