Ji bo nûçeya Tirkî / Ingilîzî birtikîne
Hêzên Çekdar ên Tirkan(TSK) û Artêşa Azad a Sûriyeyê 134 roj in ku ji bo Tevgera Mertalê Firatê operasyonan bi rê ve dibe.
Serbazê cendirme yê bi navê Hûsnû Bîlgîç duhî di şerekê li El Babê de miriye.
Bîlgîç dê li bajarê wî, Meletîyê bê binaxkirin.
Leşkerê birîndar mir
Li gor agahiyên destpêkê leşkerek di operasyonê de miriye û sê leşker jî birîndar bûne. Paşê yek ji birîndaran jî miriye.
Operasyonên li Sûriyeyê di 24ê Tebaxê de hatibû dest pê kirin. Di operasyonan de 43 leşker mirine.
TSKyê duhî ragihand ku wê 12 çekdarên DAIŞê kuştine û 14 cihên armanca wan bû, tine kirine. (HK/MB)