Ji bo nûçeya Tirkî bitikîne
Hikûmeta Sûriyeyê piştrast kir ku li wî welatî agirbestek hatiye îlankirin.
Serokê Rûsyayê, Vladimîr Pûtînî ragihandibû ku di navbera Hikûmeta Sûriyeyê û mixalefetê de agirbestek hatiye îlankirin.
Li gor nûçeya BBC Turkçeyê, SANAyê di nûçeyekê de eşkere kiriye ku di 30ê Kanûna Pêşiyê de ji siet 00.00ê pê ve “li ser hemî axa Komara Ereban a Sûriyeyê agirbestek hatiye îlankirin.”
Li nûçeyê hatiye eşkerekirin ku El Nûsra DAIŞ û komên girêdayî wan ne di hevpeymanê de ne.
“Yên hevpeymanê îmze nekin dê wek rêxistina terorî bên îlankirin.”
Wezîrê parastinê yê Rûsyayê, Sergey Şoyguyî dabû zanîn ku ji 60 hezaran zêde çekdar dê beşdarî hevpeymanê bibin.
Wî eşkere kir ku Yên hevpeymanê îmze nekin dê wek rêxistina terorî bên îlankirin.(YY/MB)