Ji bo nûçeya Tirkî / Ingilîzî bitikîne
Leşkerê ku li El Babê birîndar bûbû li Nexweşxaneya Dîlokê dihat dermankirin. Îro leşkerê birîndar miriye.
Di hefteya borî de, di şerên bi DAIŞê re 16 leşker miribûn.
Wezîrê saxlemiyê, Recep Akdagî eşkere kiribû ku 85 leşker li nexweşxaneyên Tirkiyeyê têne dermankirin.
Hejmara leşkerên mirîn bû 38
Li gor nûçeya Ajansa Nûçeyan a Doganê(DHA) erê bipeyman ê ku li Fermandariya Leşkerî ya 10. a Tetwanê hefteya borî ji bo El Babê hatiye rêkirin û li wê derê birîndar bûye.
Leşkerê ku birîna wî dijwar bû li Nexweşxaneya Dîlokê dihat dermankirin.
Hêzên Çekdar ên Tirkan(TSK) yê digel Artêşa Azad a Sûriyeyê 24ê Tebaxê li Sûriyeyê dest bi operasyonan kiribû. Di operasyonan de 37 leşker miribûn. Îro hejmara miriyan bû 38. (AS/MB)
*Wêne: Majd El Halebi – el Bab / AA