Li Lîbyayê balafirek hat revandin
Li Libyayê balafira ku serfera navwelêt pêk dianî û 118 kes tê de bû hat revandin. Êrişkaran balafirê daxistin Maltayê.
![Li Lîbyayê balafirek hat revandin](https://static.bianet.org/system/uploads/1/articles/spot_image/000/182/008/original/libya.jpg)
Ji bo nûçeya Tirkî bitkîne
Li Libyayê balafira ku serfera navwelêt pêk dianî û 118 kes tê de bû hat revandin. Êrişkaran balafirê daxistin Balafirgeha Luqayê ya Maltayê.
Hat ragihandin balafir Airbusa bi tîpa A320 e û sefera Sehba-Trablusê pêk dianî. DHAyê ragihand ku balafir ji hêla 2 kesan ve hatiye revandin.
Serowezîrê Maltayê Joseph Muscat daxuyand ku hêzên emniyetê ji lidarxistina operasyonê amade ne.
(HK/YO)