Ji bo nûçeya Tirkî bitikîne
Di 17ê Kanûna Pêşiyê li Qeyseriyê êrîşeka bi bombeyan li otobêseka leşkeran hat kirin û 14 kes bi êrîşê miribûn. Teyrên Baz ên Azadiya Kurdistanê(TAK) da zanîn ku êrîşa li Qeyseriyê wê kiriye.
Li gor nûçeya Ajansa Nûçeyan a Firatê(ANF) Kasim Yildirimçakarî êrîş kiriye. Navê kod ê Yildirimçakarî Çekdar Xebat e. Ew di sala 1990ê de li bajarê Wanê hatiye dinê.
TAKê da zanîn ku êrîşa li Beşîktaşa Stenbolê jî hatî kirin wê kiriye. Di êrîşê de 45 kes miribûn. Êrîş Kadrî Kiliçê bi navê kod Şervan Şoreş Derwêş(Li Qosara Mêrdînê di 07.06.1989ê de hatiye dinê) û Burak Yavuzê bi navê kod Andok Serhat(di 05.06.1986ê de li Pirsûsa Rûhayê hatiye dinê) pêk aniye. (ÇT/MB)