Ji bo nûçeya Tirkî / Ingilîzî bitikîne
Balyozê Rûsyayê, Andrey Karlov li Enqereyê dema ku ji bo destpêkirina pêşangehekê diaxivî êrîşeka bi çekan lê hat kirin.
Berdevka Wezareta Karên Derve ya Rûsyayê, Maria Zakharovayê gotiye:
“Îro êrîşeka bi çekan li balyozê Rûsyayê yê li Enqereyê hatiye kirin. Ew bi dijwarî birîndar bû û bi vê yekê miriye. Em vê bûyerê wek kiriyareka terorî dibînin.”
Ajansa Anadolûyê da zanîn ku Karlov miriye.
Tirkiyeyê hê daxuyaniyeka fermî belav nekiriye.
Karlov kî ye?
Ji sala 2013ê ve li Enqereyê kar dike
Di sala 1976ê li Moskovayê hatiye dinê. Di sala 1976ê Beşa Têkiliyên Navneteweyî ya Enstîtûya Zanîngeha Moskovayê qedand.
Ji 1976ê ve karên dîplomatîk dike.
Wî Koreyî û Ingilîzî dizanî. Karlov zewicî bû û zarokeka wî heye.
Civîna Sûriyeyê sibeyê dê li Moskovayê bê kirin
Berpirsê têkiliyên neteweyî yê Dîwana Baskê Parlamena Rûsyayê(Duma) Leunid Slutskiyî ji ajansa înterfaxsê re gotiye, sibeyê wezîrên parastinê dê sibeyê li ser têkiliyên Îran, Tirkiye û Rûsyayê civînekê pêk bînin. (ÇT/MB)
*Me ev nûçe ji BBC Tirkî, Aljazeera Turk û Ajansa Anadolûyê berhev kiriye.