Ji bo nûçeya Tirkî / Ingilîzî bitikîne
Teyrên Baz ên Azadiya Kurdistanê(TAK) eşkere kir ku êrîşa li Yarîgeha* Vodafone Arenayê wê kiriye.
TAKê daxuyaniyeka bi vî rengî da:
“Koma me ya Tolhildanê ya Ş. Tîrêj di 10ê Kanûna Pêşiyê de siet 22:30ê, êrîşa li Yarîgeha Vodafone Arenayê û êrîşa li Mackayê pêk anîne. “
TAKê îdia kir ku “ bi sedan polîs mirine û bi sedan jî birîndar bûne.”
Çalakiyên TAKê
TAKÊ eşkere kiribû ku teqîna li Balafirgeha Sabîha Gokçenê(23yê Kanûna Pêşiyê, 2015) wê kiriye.
Li Kuşadasiya Aydinê û li Çeşmeya Izmîrê bombe teqandine, 5 tûrîst û polîsek miribû 34 kes birîndar bûbûn.
Li Bazara Anafartalarê ya Enqereyê TAKê bombeyek teqandibû (23yê Gulanê, 2007) 7 kes mirin 102 kes birîndar bûn.
Teqîna li Bakirkoy Stenbolê: (10ê Hezîranê, 2007), 31 kes birîndar bûbûn.
Teqîna li Kûçûk Çekmeceya Stenbolê: (8ê Hezîranê, 2007), 15 polîs birîndar bûbûn.
Teqîna li Halkaliya Stenbolê ya li nêzîkî malên leşkeren: (31ê Çiriya Pêşiyê, 2010) zerera canî nebû.
Teqîna li Meydana Taksîmê ya Stenbolê: (26ê Tebaxê, 2010) 32 kes birîndar bûbûn.
Teqîna li Konyaaltiya Antalyayê: (28ê Tebaxê, 2011) 6 kes birîndar bûn.
Teqîna li Kizilaya Enqereyê: (20ê Îlonê, 2011) 3 kes mirin 34 kes birîndar bûn.
Teqîna li ber deriyê Serokerkaniya Leşkerî ya li Enqereyê: (17ê Sibatê, 2016) 28 kes mirin, 61 kes birîndar bûn.
Teqîna li Gûvenparka Enqereyê: (13ê Adarê, 2016) 37 kes mirin.
Teqîna li Veznecîlera Stenbolê ya li rexa servîsa polîsan: (7ê Hezîranê, 2016) 11 kes mirin.
Êrîşa xwekujî ya li nik Ulu-Camiiya Bursayê: (28ê Nîsanê, 2016) 20 kes birîndar bûn.
Teqîna li Yenî Bosna û Bahçelîevlera Stenbolê: ( 6ê Çiriya Pêşiyê, 2016) 10 kes birîndar bûn.
Teqîna li Baglara Amedê(Diyarbekir): ( 4ê Çiriya Paşiyê, 2016): 11 kes mirin, 9 ji wan polîs bûn. Li gor Reutersê DAIŞê jî eşkere kiriye ku ev êrîş wê kiriye. (HK/MB)
(*Yarîgeh: Meydana lîstina yarî anko lîstikan)