Ji bo nûçeya Tirkî bitikîne
Bînalî Yildirimê serokwezîr çû Rûsyayê û li wê derê eşkere kir ku armanca operasyona Tirkiyeyê ya li Sûriyeyê ne roxandina Esadî ye.
Erdoganê serokkomar eşkere kiribû ku armanca operasyona Tirkiyeyê “roxandina desthilata Sûriyeyê ye” piştî helwesta Rûsyayê, di 1ê Kanûna Pêşiyê de Erdoganî dabû zanîn ku “armanca operasyonê ne ti kes û dewlet in.”
Yildirimî gotiye:
“ Têkiliyên Tirkiye û Yekîtîya Ewropayê ji demek gelek kevin ve hene.
“Biryara Yekîtîya Ewropayê ne gelek giring e. Ev biryar jî wek biryara ji bo Sputnîkê hatî dayin e. Yekîtîya Ewropayê ji nûçeyên Spûtnîk çêdike ne keyfxweş e. Ji ber vê yekê dixwaze ajansê asteng bike. Ji aliyekê ve behsa azadiya xwe-îfadekirinê dike. Ji aliyê dî ve jî rewşê ji bo xwe bi kar tîne.
Mertalê Firatê
“Bêguman armanca operasyona Tirkiyeyê ya bi navê Mertalê Firatê ne roxandina rejîma Sûriyeyê ye.
“Wek me ji serî ve jî gotiye em ji bo têkoşîna li dijî terorê çûne wê derê.
“Ji bo rayedarên mixalefetê û Rûsya di têkiliyê de bin, ji me tê em dikin.
“Hevkariya Şengayê ne alternatîfa ti rêxistinan e. “(AS/MB)