Ji bo nûçeya Tirkî bitikîne
Lijneya Ewlehiya Neteweyî duhî kom bû û daxuyanîyek li ser kombûna duhî hat belavkirin.
Serokkomarê Recep Tayyîp Erdogan kombûn bi rê ve bir. Kombûnê şeş sietan dom kir.
Di operasyonên Tirkiyeyê li Sûriyeyê di 24ê Tebaxê de dayî dest pê kirin, heta niho 18 leşkerên Tirkiyeyê mirine.
Sûriye
Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku Artêşa Tirkiyeyê dê rê nede PYDyê.
“Hat dîyarkirin ku ji bo PYD/YPG/PKKyê destûr dê neyê dayin ku korîdora terorî bê çekirin.
“Tirkiye ji bo hemî alîkariyên ji bo Helebê amade ye ku piştgir be.
Operasyona Mûsilê
“Tirkiye dê li ser piştgiriya xwe ya ji bo Hikûmeta Iraqê berdewam be ku ew li dijî rêxistinên terorî şerî bike.
“Tilehfer jî tê de divê demografîya herêmê bê parastin.”(AS/MB)