Ji bo nûçeya Îngîlîzî / Tîrkî bitikîne
Teyrebazên Azadiya Kurdistan (TAK) êrişa li hember Walitiya Edeneyê ya ku di encamê de 2 kesan jiyana xwe ji dest dabûn û 33 kes jî birîndar bûbûn girte serxwe.
Li gorî nûçeya ANFê, TAKê di daxuyaniya xwe de diyar kiriye ku ew êriş ji hêla “Mûsa Ozdemir (1996-Nisêbîn/Girava Delîl) ya ji Tîma Tolhildanê ya Şehîd Guven-Harûn” ve hatiye kirin.
Ew êriş di 24ê Mijdarê de bi wesayîta bombebarkirî ve hatibû kirin û di encamê de 2 kes mirib3un, 33 kes jî birîndar bûbûn.
Çalakiyên ku heta niha TAKê pêk anîne
Di 17ê Tîrmeha 2005an de li dijî midibûsa tûrîstan û hefteke şûn de jî li Îzmîr Çeşmeyê êrişên bombeyê pêk anîn û di encamê de polêsek û 5 tûrîst hatin kuştin, 34 kes jî birîndar bûn.
23ê Gulana 2007an de li Enqere Ulusê teqîna pêk hat de 7 kes hatin kuştin, 102 kse jî birîndar bûn.
10ê Hezîrana 2007an de li Stenbol Bakirkoyê teqîn pêk hat û di encamê de 31 kes birîndar bûn.
8ê Hezîrana 2007an de li Stenbol Kuçukçekmeceyê teqîna pêk hat de 15 polês birîndar bûn.
22ê Hezîrana 2010an de li Stenbol Halkaliyê li dijî servîsa leşkerî bi bombeyan êriş pêk hat.
31ê Cotmeha 2010an li Stenbol Taksimê teqîn çêbû û di encamê de 32 kes birîndar bûn.
26ê Tebaxa 2011an de li Antalya Konyaaltiyê, di 28ê Tebaxê de jî li Antalya Kemerê êrişên bi bombeyan pêk hatibûn û di encamê de 6 kesan bîrîndar bûbûn.
20ê Cotmeha 2011an de li Enqereyê êrişa bî bombeyan de 34 kes birîndar bûbûn.
Teqîna ku di 23ê Kanûna 2015an de li Balafirgeha Sabiha Gokçenê pêk hat jî, TAKê girt ser xwe.
17 Sibata 2016an de li Enqereyê li dijî servîsa leşkeran bi bombeyan êriş hat kirin û di encamê de 28 kesan canên xwe ji dest dan.
Êrişa 13ê Adara 2016an a li Enqere Guvenparkê ku di encamê de 37 kes hatibûn kuştin,
Êrişa 7ê Hezîrana 2016an ya li Stenbol Veznecilerê ku di encamê de 6 jê polîs 11 kes hatib3un kuştin,
Êrişa 28ê Nîsana 2016an ya li Bursayê ku di encamê de çalakvan miribû û 20 kes birîndar bûbûn,
Êrişa 6ê Cotmeha 2016an ku li Stenbol Yenibosnayê ku di encamê de 10 kes birîndar bûbûn,
Êrişa 4ê Mijdara 2016an ku li Amed Rêzanê li dijî avahiya Mudiriyeta Emniyetê pêk hatib3u û di encamê de 2 jê polîs 11 kes hatibûn kuştin girt ser xwe.
(ÇT/YO)