Ji bo nûçeya Tirkî / İngilîzî bitikîne
DAIŞê ragihand ku wê li bajarê el Babê yê Sûriyeyê du leşker revandine. TSKyê(Hêzên Çekdar ên Tirk) da zanîn ku du leşker winda ne.
TSKyê li ser malpera xwe ya fermî da zanîn ku “di Operasyona Mertalê Firatê de, 29ê Çiriya Paşiyê ji siet 15.30ê û pê ve ti agahî ji leşkeran nehatiye standin.”
Nasnameya herdu leşkeran hat eşkerekirin, Kıvanç Kaşıkçı fermandarek e ku ji bajarê Çanakkaleyê ye û Muhammed Duran Keskin fermandarekê ji Edeneyê ye.
Malpera DAIŞê ya bi navê Amaqê şeva dî siet 19:45ê da zanîn ku wan du leşkerên Tirkiyeyê bi saxî girtine.
#ISIS say it had captured 2 #Turkish soldiers in W of #AlBab city,NE of #Aleppo. Turkish military confirms that it's 2 soldiers are missing. pic.twitter.com/2Qt2NZe2KN
— Conflicts Zone (@Conflictszone) 30 Kasım 2016
Îdiayên li ser el Bab û Reqqayê
Li gor nûçeya Sputnîkê ya Hikmet Durgunî herdu leşker pêşiyê ji bo el Babê û paşê ji bo paytextê fiîlî yê DAIŞê, Reqayê hatine birin.
Serter Taşê leşker di destên DAIŞê de ye
DAIŞê di 30ê Îlona 2015ê de ji ser sînorê li Kîlîsê, leşkerê bi navê Serter Taş revandibû.
Taş hê jî li Reqayê di girtîgehekê de ye.
Kovara Konstantînîyyeyê ya meha Tebaxê bi Taşî re hevvpeyvînek kiriye û Taşî ji kovarê re gotiye “çima ti kes li min nabin xwedî.” (AS/MB)
*Wêne: Hûseyîn Nasir – el Bab / AA