Ji bo nûçeya Tirkî / Ingilîzî bitikîne
Biryara girtinê ji bo 48 kesan hatiye dayin ku hevserokê PYDyê, Salih Mûslim û 5 fermandarên pile-bilind ên PKKyê Zûbeyîr Aydar, Remzî Kartal, Cemîl Bayik, Murat Karayilan û Fehman Huseyn jî tê de ne.
Ev biryar li ser êrîşa li weşayita leşkerî hatî kirin hatiye dayin. Êrîş di 17ê Sibatê de li Enqereyê hatibû kirin.
Çi bûbû?
Di 17ê Sibata 2016ê de li cihê ku Meydana Înonîyî û Cadeya Dîkmenê digihîne hev, di siet 18.30ê de êrîşek li wesayita leşkerî hatibû kirin.
Di êrîşê de 28 kes miribûn.
TAK(Teyrên Baz ên Azadiya Kurdistanê) xwe wek berpirsa êrîşê nîşan dabû.(YY/MB)