Ji bo nûçeya Tirkî bitikîne
Serokê Herêma Kurdistanê-Iraq, Mesûd Barzanîyî got: ‘’Amerîka Kurdan [ji xwe re] naşixulîne, ji ber ku em ne ji bo wan lê ji bo xwe şerî dikin. Em ji piştgiriya wan jî keyfxweş in.’’
Barzanîyî digel serokê Koalîsyona Neteweyî ya Şiîyan, Ammar el Hekimî daxuyanîyek da û eşkere kir hêzên Pêşmerge dê neçin navenda Mûsilê.
‘’Agahiya ku dîyar dike Tirkiye beşdarî operasyonê bûye nîne’’
Li ser pirsa gelo Tirkiye jî beşdarî operasyona li dijî DAIŞê bûye an no, Barzanîyî da zanîn ku wî agahîyên li ser wê yekê nîne ku Tirkiye beşdar bûbe.
El Hekîmî jî diyar kir ku piştgiriya Tirkiyeyê divê bi erêkirina Bexdayê bibe.(YY/MB)
*Me ev nûçe ji Sputnik News û Rûdawê berhev kiriye.