Ji bo nûçeya Tirkî bitikîne
Serokwezîrê Iraqê, Heyder El Îbadîyî di siet 01.40ê şevê de, da zanîn ku Operasyona Mûsilê dest pê kiriye.
Îbadîyî da zanîn ku ‘’bi tenê hêzên artêşê û polîs dê têkevin di nava bajarî de.’’
Wezareta Pêşmergeyan ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê-Iraq da zanîn ku pêşmergeyan li çeperên, Xazir, Gwêr û Geyyara dest bi operasyonê kirine.
Wezaretê eşkere kiriye ku ji sê aliyan ve çar hezar pêşmergeyan dest bi operasyonê kirine û operasyon li gor hevpeymana digel Iraqa Federal didome.
Tirkiye ne tê de ye
Walîyê berê yê Mûsilê, Esil Nuceyfiyî diyar kiriye ku hêzên sinnî yên ku leşkerên Tirkiyeyê ew perwerde kiribûn dê tevlî operasyonê bibin.
Leşkerên Tirkiyeyê tevlî operasyonê nebûne.
Amerîka: Em serbilind in
Nûnerê Amerîkayê yê ji bo têkoşîna li dijî DAIŞê, Brett McGurkî li hesabê xwe yê Twîtterênivîsîye: ‘’Bila Yezdan rêya Hêzên Iraqê, Pêşmergeyan û Dildarên Nînovayê veke. Em pê serbilind in ku ji bo vê operasyona dîrokî em digel we ne.’’
Tonight, PM Abadi issued orders to initiate major operations to liberate #Mosul after two years of darkness under #ISIL terrorists. #الموصل
— Brett McGurk (@brett_mcgurk) 16 Ekim 2016