Ji bo nûçeya Tirkî / İngilîzî bitikîne
HPGyê eşkere kir ku serokê Berpirsiyarîya AKPyê ya Dîcleyê, Deryan Aktert û Ahmet Adiyamanê cerdevan, HPGyê kuştine.
Şeva dî di siet 22:35ê li ser rêya Hênê 7-8 kesan bi çekên giran êrîş li wesayita Aktertî kiriye, Aktertê birîndarbûyî li nexweşxaneyê miriye.
Piştî cihgirê serokê Berpirsiyarîya AKPyê ya Qerqeliyê hatî kuştin, HPG(Hêzên Parastina Gel) dabû zanîn ku êrîş wê kiriye.
Li gor nûçeya Ajansa Nûçeyan a Firatê(ANF) H HPG(Hêzên Parastina Gel) eşkere kiriye ku li gundê Çemanê yê Navçeya Bêşebabê ya Şirnexê cerdevanê hatî kuştin, HPGyê kuştiye. (AS/MB)