Ji bo nûçeya Tirkî bitikîne
Li Kolombiyayê hikûmet û Artêşa Rizgarîyê ya Neteweyî(ELN) dê di 27ê Çiriya Pêşiyê de dest bi hevdîtinan bikin.
ELN piştî FARCê(Hêzên Çekdar ên Şoreşger ên Kolombiyayê) hêza duyem a çekdar e ku li dijî hikumetê şer kiriye.
Hevdîtin dê li Qoitoya paytexta Ekvadorê bê kirin.
Hevdîtinên aştiyê yên hikûmet û FARCê bi ser ketibû û hevpeyman hatibû îmzekirin lê ji sedî 50,2yê xelkê Kolombiyayê bi referandûmê hevpeyman qebûl nekiribû.
ELNyê dest ji revandina mirovan berda
Piştî hevdîtinên paşiyê yên Hikûmeta Kolombiyayê û ELNyê, ELNyê dest ji revandina mirovan berdabû.
Ji bo hevdîtinan Venezûela, Norveç, Kûba, Şîlî, Birezîlya û ekvador bûne garantor.
ELN
ELN, di sala 1964ê de, di bin tesîra şoreşa Kolombiyayê ya 1959ê hatiye avakirin.
Armanca wê ew e ku dahatên welatî bi adilane li welatîyan bêne belavkirin. (HK/MB)