Ji bo nûçeya Tirkî / Ingilîzî bitikîne
Hêzên Çekdar ên Tirkan(TSK) û Artêşa Azad a Sûriyeyê(AAS) li Sûriyeyê operasyona bi navê Mertalê Feradê bi rê ve dibe, di operasyonê de DAIŞê leşkerek kuştiye û sê birîndar kirine.
Li herêma Ziyarayê ya ku di bin kontrola AASyê de ye DAIŞê êrîş kiriye û di êrîşê de leşkerek kuştiye.
Di operasyonê de cara paşiyê di 20ê Îlonê de du leşker hatibûn kuştin. Bi vê êrîşa paşiyê hejmara leşkerên li Sûriyeyê hatîn kuştin bû yazdeh.
Daxuyanîya TSKyê
TSKyê bi daxuyaniyekê da zanîn ku di operasyonê de 18 endamên DAIŞê jî hatine kuştin.
TSKyê herweha da zanîn ku ji destpêka operasyonê heta niho wê 115 bingehên li ser 982 kîlometreyên çargoşe kontrol kirine. (AS/MB)