Ji bo nûçeya Tirkî bitikîne
Di navbera Hikûmeta Kolombiyayê û FARCê(Hêzên Çekdar ên Şoreşger ên Kolombiyayê) de hevpeymaniya aştiyê hat îmzekirin û ji bo hevpeymanê referandûm hat kirin.
Di referandûmê de ji sedî 50.24ê gelê Kolombiyayê ji bo hevpeymanê dengê ‘’na ‘’ bi kar anî.
Ji sedî 40ê kêmtir deng hatin bikaranîn, ji 35 milyon hilbijêran 13 milyonan dengê xwe bi kar anî.
Ji bo hevpeymana 297 rûpelî, 63 hezar dengên na ji yên erê zêde hatine avêtin.
Li gor nûçeya Telesurê ji bo referandûmê herî zêde wan herêmên zere dîtîn dengê erê bi kar anîye.
Di şerê navxweyî yê Kolombiyayê de, 260 hezar kes mirine, 6 milyon kes jî mecbûr mane ku mala xwe terk bikin.
Serokkomarê Kolombiyayê Santosî diyar kir ku agirbest betal nebûye. Serokê FARCê Timoleon Jimenezî jî diyar kir ku ew ji encaman xemgîn e lê ew ê li şerî venegerin.
(AS/MB)
Wêne: Daniel Garzon – Bogota / AA