Ji bo nûçeya Tirkî bitikîne
Serokê Kolombîyayê Juan Manuel Santosî û serokê Hêzên Çekdar ên Şoreşger ên Kolombîyayê(FARC) Londono Jimenezê ku bi koda ‘’Timoçenko’’ tê nasîn li bajarê Cartegenayê hevpeyman îmze kir.
Hevpeymana 297 rûpelî bi qelemeka(pênûseka) ji fîşekan hatî çêkirin hat îmzekirin. Li ser hevpeymanê ev hevok hat nivîsîn: ‘’dîroka me ya borî bi fîşekan hat nivîsîn, siberoja me dê bi perwerdeyê bê nivîsîn.’’
Santosî li rêûrismê got ‘’êdî dema geşbûna aştiyê ye.’’ Timonçekoyî jî got, ‘’êdî şer qediya, dema birêvebirina aştiyê ye.’’
Referandûm
Da ku hevpeyman bibe yasayî/qanûnî divê di referandûma 2ê Çiriya Pêşiyê de bê qebûlkirin.
Şerê 52 salan
Di şerê FARC û hêzên dewleta Kolombiyayê de, 220 kes mirine, 3 milyon kesan bi mecbûrî mala xwe bar kiriye. Hevdîtinên ji bo aştiyê di sala 1991ê de dest pê kiribûn. (YY/MB)