Ji bo nûçeya Tirkî / İngilîzî bitikîne
Wezîrê karên derve, Mevlûd Çavûşoglûyî ji bo operasyonên Reqqa û Mûsilê got: ‘’ Ne mûmkin e ku bêyî operasyoneka bejayî ji hewayê ve DAIŞ bê tinekirin, heta ku ne mûmkin e bê sekinandin.’’
Çavûşoglû li Bajarê Londonê yê birîtanyayê beşdarî civînên careseriya sîyasî ya Sûriyeyê bû.
Piştî civînan wî got: ‘’Heke em bixwazin DAIŞê bi temamî tine bikin operasyonên Reqqa û Mûsilê gelek mihom in.’’
‘’Heke Operasyona bejayî nebe...’’
‘’Reqqa navenda DAIŞê ye. Heke em nekarin Reqqayê ji DAIŞê paqij bikin, heyina wê ya li Sûriye û Iraqê dê dewam bike.
‘’Heke em ji bejayê ve piştgiriya operasyonan nekin, ji asîmanan ve em nikarin DAIŞê tine bikin heta ku em nikarin wê bisekinînin.
‘’Tirkiye bi tenê...’’
‘’Lê ev yek ne tiştek e ku Tirkiye bikare bi serê xwe bike.
‘’Divê perwerde ji bo hêzên herêmî bê dayin, divê ne bi tenê hêzên me hêzên welatên dî jî beşdarî hêzên taybet bibin.’’(AS/MB)
ReqqaLi Bakurê Sûriyeyê ye. Li ser Çemê Feratê ye. 160 kîlometreyan ji Helebê dûr e. DAIŞê di sala 2013ê de ew der kontrol kiriye û ji wê hingê ve fiîlî paytextê wê rêxistinê ye. Hejmara ew kesên li wê derê dijîn bûye milyonek û 400 hezar. |