Ji bo nûçeya Tirkî / İngilîzî bitikîne
Serokê Rûsyayê, Vladîmîr Pûtînî dîyar kir ku opersyona Tirkiyeyê li Sûriyeyê kirî ne bûyerek welê bû ku ew hêvî nekin bibe.
Li bajarê Hangzhouyê yê Çînê, piştî civîna G20ê Pûtînî li ser operasyona li Sûriyeyê agahî dane çapemeniyê.
Li gor Spûtnîkê li ser ‘’Operasyona Mertalê Feradê’’ Pûtînî gotiye: ‘’ Em ji ti kiriyarên ne bi prensîb û hiqûqa navneteweyî ne keyfxweş in.’’
‘’Me servîsa îstixbaratê heye’’
Pûtînî li ser operasyonê gotiye.
‘’Da ku tiştek em ne li bendê çênebe me Wezareta Karên Derve û servîseka îstixbaratê heye.
‘’(Dema me zanî operasyon dê bibe) me zanî ka çi dibe û ber bi kû ve diçe. Kiryar û armanc zelal bûn.
‘’ Ji ber bûyerên li Sûriyeyê me pirsgirêkên li Tirkiyeyê didîtin. Ji bo ku mirov vê yekê fêm bike ne hewce ye ku analîst be.
‘’Em nikarin ji armanca ti kesan piştrast bin’’
‘’Em bi zelalî wan hemî tiştan dibînin.
‘’Lê ez dixwazim cardî bibêjim
‘’ Em ji ti kiriyarên ne bi prensîb û hiqûqa navneteweyî ne keyfxweş in.
Pîlotê hatî kuştin
Pûtînî gotiye ew li bendê ye ku Enqere li ser bûyera kuştina pîlotê Rûsyayê lêpirsînekê bide dest pê kirin.
‘’Ew pîlotê balafira me êxistî û ew kesên li pîlotê me reşandîn hatine girtin.
‘’Em dixwazin lêpirsîn bigihe encamekê lê ji wê zêdetir em dixwazin bi her awayî têkiliyan vejînin.
Hevpeymaneka digel Amerîkayê
Pûtînî diyar kiriye ku di rojên bê de çêdibe ku Rûsya û Amerîka hevpeymaniyeka nû çêbike.
‘’Bi hevpeymanê têkiliyên me yên bi Amerîkayê re yên ji bo xebatên li dijî rêxistinên terorî dê baştir bibin.
Erdogan: Em li Helebê digel Rûsyayê hevkariyên xwe zêde dikin
Serokkomarê Receb Tayyîp Erdogan, li Çînê piştî civîna G20ê gotiye:
‘’Em digel Rûsyayê hevkariyan zêde dikin. Ji bo li herêmê agirbestek çêbibe em xebatên ciddî dikin.
Erdoganî diyar kiriye ku wî daxwaza herêma firîn lê qedexe daye Pûtîn û Obamayî.(AS/MB)