Ji bo nûçeya Tirkî bitikîne
TSKê li navçeya Çelê ya Colemêrgê li dijî hêzên PKKê operasyon lidar xist û duh êvarê daxuyand ku 2 hedef ji hêla balafirên şer ve hatine bombekirin.
AAyê di nûçeya xwe ya îro de got ku li çoltera Çelê di navbera TSKê û hêzên PKKê de şer derketiye û di encamê de leşkerek canê xwe ji dest daye û 6 leşker jî birîndar bûne. Her wiha di wê nûçeyê de hat gotin ku 20 PKKî jî ‘hatine kuştin’.
Hat ragihandin ku li Colemêrgê operasyon berdewam dike.
Ji 20ê Tebaxê heta 2ê Îlonê Colemêrg
Operasyonên li Colemêrgê di 20ê Tebaxê de li navçeya Çelê destpê kir.
Di 23ê Tebaxê de li navçeya Şemzînanê bombeya ku ji hêla hêzên PKKê ve li ser rê hatibû bicihkirin , dema wesayîta leşkeran derbas dibû hate teqandin û di encamê de 3 leşker birîndar bûn.
Di 26ê Tebaxê de tîmên taybet yên rûgirtî li Colemêrgê avêtine ser buroya DÎHAyê. Deriyê buroya ajansê hat şikandin û polêsan bi awayî ketine hundir û dest danîn ser komputeran.,
Di 27ê Tebaxê de di wesayîtên bombebarkirî ji hêla hêzên ewlehiyê ve hatin bidestxistin.
Di 28ê Tebaxê de li navenda Colemêrgê bombeya ku ji hêla hêzên PKKê ve li ser rê hatibû bicihkirin , dema wesayîta leşkeran derbas dibû hate teqandin û di encamê de 3 leşker canê xwe ji dest dan, 3 leşker jî birîndar bûn.
Di 30yê Tebaxê de li çoltera navçeya Çelê navbera TSKê û hêzên PKKê de şer derket û di encamê de 5 leşker birîndar bûn. Di heman rojê de li navenda Colemêrgê jî li dijî wesayîta polêsan bi bombeyan êriş hat kirin û di encamê de zarokek birîndar bû.
Di 31êTebaxê de li dijî wesayîta Serokê Komeleya Cerdevanên Colemêrgê Sadi Ozatak bi bombeyê êriş hat kirin. Di heman rojê de li çoltera navçeya Çelê dîsa şer qewimî û di encamê de 5 leşker birîndarûn.
Di 1ê Îlonê de li navçeya Şemzînanê Menderes Ozer ku bavê wî Serokê Komeleya Cerdevanên Colemêrgê yê berê bû, hat revandin û piştre hat kuştin.
(EA/YO)