Ji bo nûçeya Tirkî bitikîne
Berdevkê Wezareta Parastinê(Pentagon), Peter Cookî li ser Operasyona Cerablûsê got: ‘’HSD(Hêzên Sûriyeya Demokratîk) çûne rojhilatê Ferdê û tiştê ez dizanim YPG(Yekîneyên Parastina Gel) jî di nav wan de ye.’’
‘’Em bi hêzên xwecih û Tirkiyeyê re axivîne’’
Peter Cookî li ser mijarê ho got:
‘’HSD ya ku me li meydanê didît vegeriyaye rojhilatê Feradê. Li Minbîcê hin hêzên têkoşêr karê paqijiya wê derê dikin.
‘’Hêj teqemeniyên divê bêne tinekirin hene. Hin hêzên xwecih ên wê derê yên girêdayîyên HSDyê ne, van operasyonan bi rê ve dibin.
‘’Em di wê qinaetê de ne ku HSD li ser soza xwe sekinîye. HSD çûye rojhilatê Ferdê û tiştê ez dizanim YPG jî di nav wan de ye. ‘’
‘’Divê bal li ser DAIŞê be’’
Cookî diyar kir ew fêm dikin ka Tirkiye ji bo çi di fikarê de ne û divê bal li ser têkoşîna li dijî DAIŞê be.
‘’Agirbesta Tirkiye û YPGyê’’
Berdevkê Wezareta Derve ya Amerîkayê, John Kirbyî li ser pirsa agirbesta di navbera Tirkiye û YPGyê de got: ‘’Em dibînim ku aramîyek di navbera wan hêzan de heye û em ji vê yekê keyfxweş in. Em dixwazin berdewam bin.’’ (AS/MB)