Walîtîya Dêrsimê 31 cihên Dêrsimê wek ‘’Herêmên Ewlehiya Taybet’’ îlan kir
Walîtîya Dêrsimê ji 1ê Îlonê heta 15ê îlonê 31 cihên Dêrsimê wek ‘’Herêmên Ewlehiya Taybet’’ îlan kir.
![Walîtîya Dêrsimê 31 cihên Dêrsimê wek ‘’Herêmên Ewlehiya Taybet’’ îlan kir](https://static.bianet.org/system/uploads/1/articles/spot_image/000/178/308/original/DERSİM_M.jpg)
Ji bo nûçeya Tirkî bitikîne
Walîtîya Dêrsimê ji 1ê Îlonê heta 15ê îlonê 31 cihên Dêrsimê wek ‘’Herêmên Ewlehiya Taybet’’ îlan kir.
Walîtîya xwest li ser rêya Ezirgan û Pilemûrê wesayit nesekinin û li ser wê rêyê seyran neyên kirin.
Walîtîyê bi daxuyaniyekê da zanîn ‘’ji bo parastina can û malên welatiyan li cihên operasyon[ên leşkerî] lê têne kirin û çûyina wan deran metirsîdar e li navenda Dêrsimê, navçeya Pulurê(Ovacik) û navçeya Nazimiyeyê 31 cih wek ‘Herêmên Ewlehiya Taybet’ hatine îlankirin.’’ (HY/NV/MB)