Ji bo nûçeya Tirkî / İngilîzî bitikîne
Li navçeya Şahînbeyî ya Dîlokê êrîşek li ser dawetê hatibû kirin, yek ji birîndaran jî zarokek 6 salî bû, îro bi mirina wî hejmara miriyan bû.
Azad Aydınalpê 6 salî yek ji wan kesan bû ku bi dijwarî birîndar bûbû û li nexweşxaneyê dihat dermankirin. Îro bi mirina Azadî hejmara miriyan jî bû 56.
Di 20ê Tîrmehê de di daweta roja nîşanê ya Nûredîn û Besnayê de, yek ji êrîşkaran bombeya birî nava xelkê teqandiye. Bi êrîşê 56 kes mirine ku 33 ji wan zarok in, ya kêm 90 kes birîndar in.
Navê wan kesên di êrîşê de mirîn ev in:
Şükran Akdoğan (17), İsmail Alpaslan (15), Süheyla Yağız (32), Mehmet Nazım Akdoğan (15), Abdulhamit Anlı (7), Ali Özcan (26), Serhat Eryılmaz (13), Büşra İlter (9), Muhammed Alpaslan (11), Muhyettin Akdoğan (26), Doğan Özcan (22), Nergiz Özcan (10), Kerem Özer (12), Orhan Yavuz (13), Aliye Yağız (30), Ali Toraman (10), Bünyamin Akdoğan (1), Mehmet Ali Taş (26), Abdulalim Çelikten (14), Metin Caner (16), Mürvet Ayhan (28), Vesile (Durak) Uluhatun (38), Şükran Ayhan (10), Semanur Özer (14), Mehmet Urtekin (14), Mizgin Gürbüz (14), Murat Kalay (14), Kamile Ayhan (25), Emine Nisa Gören (9), Salih İlter (17), Saliha Akdoğan (11), Gurbet Akcan (14), Muhammed Yağız (14), Devran Eryılmaz (12), İbrahim Urtekin (16), Osman Toraman (21), Ahmet Urtekin (22), Kamil Akdoğan (66), Hasan Akdoğan (10), Öbeyit Akdoğan (28), Sinan Urtekin (14), Süleyman Durak (22), Hakkı Okur (14), Fatmazehra Abdullah (8), Kumri İlter (14) ve Ahmet Toraman (13), Azad Aydınalp (6).
(NV/MB)