Ji bo nûçeya Tirkî bitikîne
Li navçeya Qisleyê ya Dêrsimê di navbera PKKyîyan û hêzên ewlehiyê de şer çêbû leşkerek mir û sê polîs birîndar bûn.
Walîtîya Dêrsimê li navçeya Qisleyê derketina derve qedexe kir.
Li gor Ajansa Nûçeyan a Doganê(DHA), di siet 04.50ê de li navçeya Qisleyê ya Dêrsimê, PKKyîyan di yek wextî de êrîş birine ser Navenda Cendirmeyan, Qeymiqamî û Navenda Polîsan a Dêrsimê.
Şer çêbûye û di şerî de serbazekê pispor miriye û sê polîs birîndar bûne. Birîndar ji bo nexweşxaneya Dêrsimê hatine birin.
Li gor heman nûçeyê PKKyîyeka jin jî di şerî de miriye. (NV/MB)
Wêne: Fatma Çiray – Dêrsim/AA