Ji bo nûçeya Tirkî bitikîne
Li Başûrê Fransayê li bajarê Niceyê, di dema welatiyan 14ê Tîrmehê-Roja Neteweyî pîroz dikirin, hin êrîşkaran bi wesayita barhilgir êrîşî wan kiriye, hejmara miriyan bû 84.
Roja destpêka Serhildana Fransayê li Niceyê wek roja Bastilleyê( Roja Neteweyî) tê pîrozkirin.
Dema fîşekên hewayî hatine teqandin xelk ji bo temaşekirinê li meydanê kom bûne û êrîşkaran hin
gê wesayit ajotiye ser wan.
Êrîşkarî an jî êrîşkaran paşê bi çekan li welatiyan reşandin. Yek ji êrîşkaran li cihê bûyerê hatiye kuştin.
Serdozgeriya Niceyê bi daxuyaniyekê da zanîn 84 kes mirine, ji sedan zêdetir birîndar hene û rewşa 18 ji wan xerab e.
Cazeneuve: Em di şerî de ne
Wezîrê Karên Navxweyî, Bernard Cazeneuveyî gotiye: ‘’ Wek min li wezaretê ji hevkaran re jî got em di şerî de ne û em ê bêkêmahî pêvajoya seferberiyê bi rê ve bibin. Lêpirsîn didome..’’
Hollande: Rewşa awarte dê sê mehan bidome
Serokkomarê Faransayê, François Hollandeyî li Qesra Elyseeyê ji bo gelê Fransayê axivî û eşkere kir ku rewşa awarte ya dihat çaverêkirin dê di 26ê Tîrmehê de bi dawî bê dê sê mehên dî jî bidome.
Hollandeyî dîyar kiriye hemî Fransa di bin tehdîda terorîzma Îslamî de ye û operasyonên li Iraq û Sûriyeyê dê bidomin.
Piştî êrîşê rêya Promenade Des Anglaisê ji bo rêwingî û wesayitan hat girtin. Ajovanên Niceyê di şeva bûyerê de belaşî şixulîne û xelkê Niceyê deriyê mala xwe ji bo wan kesên li derve mayîn vekiriye. (NV/EA/MB)