Ji bo nûçeya Tirkî bitikîne
Rojnameya Gûneşê îro bi sernivîsa ‘’kadroya birêber yek bi yek tên îmhakirin’’ nûçeya kuştina Sabrî Başkaleyî belav kir. Li gor rojnameyê ‘’PKK matmaye.’’
Ajansa Anadolûyê, bi nûçeyên xwe dîyar kir ku Başkale bi dijwarî birîndar bûye û di nexweşxaneyê de ye. Ajansa Anadolûyê bi sernivîsa ‘’derbeka dî ya li PKKyê’’ nûçe belav kir.
Ajansa Anadolûyê di nûçeya xwe de dîyar kiriye ku piştî Sabrî Şarlatan birîndar bûyî endamên PKKyê ew derman kiriye, birîna wî gelek dijwar bûye û ji cihê çûyîyê derneketiye ev yek jî ‘’îhtimala mirina wî zêde dike.’’
Di lîsteyê de navê Bahozî nîne
Ajansa Anadolûyê, di nûçeya xwe de navên ‘’rêvebirên PKKyê yên hatîn kuştin’’ nivîsîne lê navê Bahozî nenivîsîye.
Nûçeyên li ser Bahoz Erdalî
Cihgirê serokwezîrî, Nûman Kurtûlmûşî got: ‘’Hin agahiyên li ser kuştina Bahoz Erdalî hene. Lê ev agahî nehatine teyîdkirin(piştrastkirin). Ez nikarim hûrgiliyan eşkere bikim.’’
Fermandarê PKKyê, Fehman Husyînê navê wî yê kod ''Bahoz Erdal'' e ji Radyoya Dengê Kurdistanê re got nûçeyên dîyar dikin ku ew hatiye kuştin ne rast in.
Ajansa Anadolûyê(AA) îddia kiribû ku Bahoz Erdal di 10ê Tîrmehê de dema ji nehiyeya Himoyê diçû Qamişloyê ji aliyê Lîwaya Tel Hamisê ve hatiye kuştin.
Paşê serokkomar û rayedaran dîyar kirin ku nûçe nehatiye teyîdkirin. (HK/MB)