Ji bo nûçeya Tirkî bitikîne
Cihgirê serokwezîrî, Nûman Kurtûlmûşî got: ‘’Hin agahiyên li ser kuştina Bahoz Erdalî hene. Lê ev agahî nehatine teyîdkirin(piştrastkirin). Ez nikarim hûrgiliyan eşkere bikim.’’
Kûrtûlmûşî piştî civîna Dîwana Wezîran ji bo bersivdana pirsekê ev tişt gotin.
Serokwezîr, Bînalî Yildirimî civîna Dîwana Wezîran bi rê ve bir. Civîna di siet 9.15ê dest pê kirî di siet 12.00ê de xelas bûye.
Kûrtûlmûşî ev bersiv dane:
Gelo Xelkê Sûriyeyê dê bibin welatiyên Tirkiyeyê?
‘’ Tê zanîn ji bo Tirkiye bibe rawestgeheka ewle ya xelkê Sûriyeyê xebat têne kirin. Ji bo hewceyîyên wan xebat têne kirin. Ji bo ku ew bibin welatiyên Tirkiyeyê xebatên têne kirin nehatine temamkirin. Vê xebatê Wezareta Karên Navxweyî bi rê ve dibe. ‘’
Mûtabakata Digel Îsraîlê di çi astê de ye?
‘’Piştî hevpeymaniyê pêvajoya qanûnî dest pê dike. Ev pêvajo li gor bernameya wê ya xweser bi rê ve diçe. Piştî hevpeyman li parlamentoyê hat qebûlkirin dê bibe fermî. Wezareta me ya karên Derve karên xwe dike. Di Çiriya Paşiyê de ev pêvajo dê temam bibe û ji bo parlamentoyê bê sewqkirin. ‘’ (HK/MB)