Ji bo nûçeya Tirkî
Li navçeya Reyhanliyê ya Hatayê 2 kesên sûrî dema teqamenî çêdikirin, teqîn pêk rû dabû û her du kes birîndar bûbûn. Hat ragihandin ku ew her du kes jî li nexweşaxaneyê canên xwe ji dest dane.
DHAyê ragihand ku navê her du kesên mirî Usam Îsa û Rahmî Hadad e. Di nûçeyê de her wiha hat gotin ku jinekê ku dema teqîn çêbûye di mal de bûye jî hatiye binçavkirin.
Çi bûbû?
Di 6ê Tîrmehê de li navçeya Reyhanliyê ya Hatayê saet dora 16:00an de li maleke teqîn çêbû. Piştî teqînê 2 kesan rakiribûn nexweşxaneyê. Walîtiyê di daxuyaniya xwe de gotibû ku di encama lêgerîna li malê de çek û dengkujê wî hatiye bidestxistin û teqîn dema çêkirina teqemeniyê pêk hatiye.
(HK/YO)