Ji bo nûçeya Tirkî bitikîne
Hikûmeta Iraqê da zanîn ku bi êrîşa vê hefteya borî li Bexdayê hatî kirin, 250 kes mirine.
Hikumetê pêşiyê bi daxuyaniyekê dabû zanîn ku 213 kes mirine û gelek birîndar hene.
Êrîşkar DAIŞ e
DAIŞê xwe li êrîşê kiribû xwedî. Li taxa Karadayê êrîş hatiye kirin. Pêşiya paşîvê bi bombeya li kolaneyekê hatî teqandin gelek kes mirine. Gelek ji miriyan zarok in.
Şîna sê rojane
Piştî dagirkirina sala 2003yê, hejmara miriyan bi ti êrîşan ev çend ne zêde bû.
Ji bo sê rojan şîna neteweyî hat îlankirin.
Wezîrê karê navxweyî, Muhammed el-Gabban dest ji karê xwe berda. (YY/MB)