Ji bo nûçeya Tirkî / Ingilîzî bitikîne
Serokê Rûsyayê Vladîmîr Pûtînî diyar kir ku Tirkiyeyê lêborîn xwestiye û têkilî dê dîsa dest pê bikin. Li gor nûçeya Sputnik Newsê, Pûtînî di civîna digel balyozên welatê xwe de gotiye:
‘’Duhî ez bi serokkomarê Tirkiyeyê re axivîm
‘’Tê zanîn ku Enqereyê ji bo xistina balafira Tirkiyeyê lêborîn xwestibû.
‘’Ji bo vê yekê ji bo destpêkirina têkiliyên di nava me de tedbîr dê bên standin.’’
‘’Em ji çareseriya nîhaî ya li Sûriyeyê dûr in.’’
Pûtînî li ser şerê li Sûriyeyê jî axivî û got:
‘’Sûriye bû welatê navenda têkoşîna li dijî terorê. Encamên têkoşîna li dijî DAIŞê dê li ser axa Sûriyeyê dîyar bibe.
‘’Em hêj ji çareseriya nîhaî ya Sûriyeyê dûr in. Lê ji tecrûbeya me ya li Sûriyeyê me nîşan da ka Rûsya çi qasê li ser kiriyarên xwe rijd e ku divê li dijî terorîzma li dijî mirovatiyê hêz bigihin hev.’’
(EKN/MB)