Ji bo nûçeya Tirkî / İngilîzî bitikîne
Serokerkaniya Leşkerî dîyar kiriye ku bi êrîşên PKKyîyan, li navçeya Dêrikê ya Mêrdînê û navçeya Çelê ya Colemêrgê vê sibeyê şeş leşker hatine kuştin.
Li daxuyaniyeka li ser malpera Hêzên Çekdar ên Tirkan(TSK) hat eşkerekirin ku êrîşa li Çelê bi çekan hatiye kirin, du leşker hatine kuştin û li navçeya Dêrikê jî bombeyek ji dûr ve li leşkeran hatiye teqandin, çar leşker hatine kuştin.
Duhî jî li Navçeya Tetwanê ya Bidlîsê bi êşîşeka çekdarî ya li ser leşkerên çûyîn operasyonan fermandarê bi navê Mehmet Akşar hatibû kuştin. (AS/MB)