Ji bo nûçeya Tirkî bitikîne
Fermandariya Navendî ya DYAyê (CENTCOM) da zanîn ku pêngava pêşiyê ya operasyona Minbîcê hatiye temamkirin.
Ji bo Minbîc ji destên DAIŞê bêne derêxistin operasyon hatibû dest pê kirin.
CENTCOMê daxuyaniyek belav kiriye. Li gor daxuyaniyê rêyên Minbîcê hatine kontrolkirin.
‘’ Pêkhatiyên hevgiriya Ereban, a Sûriyeyê li 13ê Hezîranê derdora bajarê Minbîcê kontrol kiriye û bi vê yekê pêngava pêşiyê ya operasyona Minbîcê temam kir.’’
Hêzên Koalîsyonê
Li gor daxuyaniyê koalîsyona navneteweyî jî bi hêzên asîmanî piştgiriya operasyonan kiriye.
‘’Ji destpêka operasyonê ve hêzên koalîsyonê ji 190an zêdetir êrîş kirine. Di çar rojên paşiyê de çar navendên birêvebiriya leşkerî yên rêxistinê hatine îmhakirin. ‘’
(YY/MB)