Li Midyatê li dijî avahiya emniyetê ku li ser riya Nisêbînê ye, saet 11:00an de êrişeke bi bombeyan hat kirin.
Di encama wê êrişê de hin kes birîndar bûn û gelek ambulans sewqî cihê bûyerê hatiin kirin.
Hat ragihandin ku piştî êrişa bombeyî pevçûn derketiye.
Hin ajansan jî ragihandin ku artêşa tirk bo teqwiyeyê yekîneyên din şandine navçeyê.
Yildirim: 1 polês, 2 jî sivîl canên xwe ji dest dan
Serokwezîr Bînalî Yildirimî derbarê wê êrişê de daxuyand ku 2 welatiyên sivîl û polêsekî canên xwe ji dest dane, zêdetirê 30 kesan jî birîndar bûne. Lêbelê AAyê ragihand ku hejmara kesên birîndar 22 ye.
ANFê di nûçeya xwe de got ku li gorî çavkaniyên herêmê, wesayîta bombebarkirî piştî ji benda polêsan derbasbûye û li ber derê emniyetê hatiye teqandin û hejmara kesên ku jiyanên xwe ji dest dane zêdetirê 20an e.
Weşanên derbarê bûyerê de hat qedexekirin
Piştî teqînê ji hêla RTUKê ve weşanên derbarê wê bûyerê de hat qedexekirin.
(YY/YO)