Ji bo nûçeya Tirkî / Ingilîzî bitikîne
Li navçeya Silopyayê ya Şirnexê, li cadeya 10. dema tirimbêla zirxkirî derbas dibû bombeyek hatiye teqandin. Çar kes mirine, 19 kes jî birîndar bûne, 5 ji birîndaran polîs in.
Walîtiya Şirnexê dîyar kiriye ku berpirsa êrîşê PKK ye.
Piştî bûyerê operasyon hatine dest pê kirin.
Cenaze dê sibehê bêne teslîmkirin
Li gor Ajansa Anadolûyê Isa Torlakê 68 salî, Ekrem Birlikê 52 salî û Helîme Bîrlîka 4 salî mirine.
Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê(DIHA) da zanîn ku teqîn li ser rêya dîrokî ya Ermûşî pêk hatiye û 22 kes birîndar bûne.
Li gor Ajansa Nûçeyan a Doganê, teqîn şeva dî siet 19:15ê pêk hatiye.
Termê mirîyan dê sibeyê bêne teslîmkirin.
Di nav birîndaran de bebikeka 6 mehî jî heye ku hêj nasnameya wê nehatiye eşkerekirin.
Li ser caddeya 10. çaleka mezin çêbûye û zerer li avahiyên derdorê bûye.(AS/MB)
Wêne: Şimal Muldur – Şirnex / AA